Dr. Mahmût Karacan pirtûkek li ser stêrnasiyê nivîsiye

Bijîşkê diranan Karacan ji ber meraq û baldariya xwe ya astronomiyê 2 sal, xwendin û lêkolîn û xebatên li ser stêrk û asîman kiriye

Diyarberkir (K24) – Doktorê diranan Mahmût Karacanê 32 salî, yekem pirtûka li ser Astronomiya kurdan çap kir. Bijîşkê diranan Karacan ji ber meraq û baldariya xwe ya astronomiyê 2 sal, xwendin û lêkolîn û xebatên li ser stêrk û asîman kiriye û niha jî pirtûka astronomîyê derxistiye.

Mahmût Karacan 7 sal e ku bijîşkê dirana ye, lê pişeya Wî ya pisporî diran bin jî, baldarî û meraqa Wî li ser sterk û asiman e. Bi wê meraqê jî, gelek çavdêrî, lêkolîn û xwedin kiriye û wan zanyariyên ku bi dest xistiye jî di pirtûka Asronomiyê de weşandiye.

Mehmût Karacan radigihîne ku Wî vê pirtûkê di encama lêkolînên xwe li ser stêrnasiya Kurdan û li nav cikaka bakûrê Kurdistanê bi stêrknasî re girêdayî agahiyên bidest xistiye nivîsandiye. Karacan vê pirtûkê bi zimanê Tirkî nivîsiye, lê dê heman berhemê bi Kurdî jî çap bike."

Dr. Mahmût Karacan ji K24ê re got: "Min teleskop kirî û fotografên stêrkan û hîvê kişand. Piştî kum in wan wêneyan li ser medyayê belav kir, gelek balê kişandin û min jî xwest vê hewldana xwe zêdetir bikim. Min jî wisa biryara nivîsandina pirtekî da. Pîremêr û pîrejinên Kurd li ser stêrkan xwedî gelek agahiyan e û min jî wan berhev kir û di pirtûkê de civand."

Mahmût Karacan bi meraqa xwe stêrknasî, li gel ku pirtûkan dixwîne, çavdêriyan dike û wêneyan dikşîne, li gelek bajarên bakûr jî diğere û agahiyên Kurdan yên din av civakê jî lê dikole.

Ridvan Însel jî wê pirtûka ku li ser din av Kurdan de astrom-nomiyê hatiye nivîsandin xwediye û ragihand ku gelek jî sûd jê wergirtiye.

Ridvan Însel dibêje: "Cara yekem li ser astronmiya Kurdan pirtûkêkî derxistiye. Min jî wê pirtûka ku li ser stêrknasiya Kurdan hatiye nivîsan xwend û eciband, bila welatîyên me jî bixwînin. Hêvîdarim tiştên wiha berdewam bikin."

Bijîşkê diranan û meraqdarê stêrknasî Mahmût Karacan balê dikşîne ku di medreseyên Kurdan yên berê de, stêrnasî mijareke dersan bûye û dê ewê jî bi heman meraqê xebatên xwe bidomîne.