Serok Barzanî: Ehmed Dilzar xizmeteke zêde li edeb û şî'ira Kurdî kir

Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbat helbestvan Ehmed Dilzar û tevahiya rewşenbîr û helbestvanên Kurdistanê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawiyê ya helbestvan Ehmed Dilzar peyameke sersaxiyê arasteyî malbat, tevahiya rewşenbîr û helbestvanên Kurdistanê kir û tekez kir, berhemên wî yên bêhempa her dem di bîra edebdost û rewşenbîran de dimînin.

Têkoşer û Helbestvanê kurd Ehmed Dilzar ji ber vîrûsa Koronayê duhî li Hewlêrê di temenê 101 saliyê de koça dawiyê kiribû.

Ehmed Dilzar sala 1920 li bajarê Koye yê Herêma Kurdistanê ji dayîk bibû. Bi sedan helbest bi zimanên kurdî û erebî nivîsiye.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya şaîrê mezinê gelê me Ehmed Dilzar gihîşt min. Dilzarê şaîr kesayetiyekî xwedî bîr û bawer û niştimanperwer bû û xizmeteke zêde li edeb û şî'ira Kurdî kir û berhemên wî yên bêhempa her dem li bîra edebdost û rewşenbîran da dimînin.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û hemû rewşenbîr û nivîskar û şaîrên Kurdistanê dikim û hevbeşê xema wanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedê jêrazî Dilzar bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.