Li Diyarbekirê çanda çêkirina kupên ji heriyê didome
Li Diyarbekirê 4 nifşan çanda çêkirina kupên ji heriyê domandine
Diyarbekir (K24) – Mehmet Ozkalkan nifşê çaremîn e ku li gel Mînareya Çarling a li nav Sûrên Diyarbekirê, beroş, ango dîzikênxwarinan çê dike. Ozkalkan balê dikşîne ku li gelek ciyan, bi heriyên cuda berhem tên çê kirin, lê ew bi ceribandinên xwe bi dehan salan vî kara dikin û hêj jî piaseyeke baş ya beroşên ji heriyan heye.
Mehmet Ozkalkan ji zarokatiya xwe ve baroşên ji heriyê ku li deverên cuda yên Kurdistanê wek dîzik, şerbik û çokmlek tên bi nav kirin çê dike. Mehmet Ozkalkan balê dikşîne ku çêkirina baroşên ji heriyê çandeke kevnar ya erdnîgariya Kurdistanê û Mezopotamyayê ye.
Beriya Mehmet Ozkalkan mamê (apê) Wî, beriya mamê wî jî 2 hosteyên Ermen li vê dikanê ango atolyeyê heman karî kirine û piştî ku mamê Mehmet rehmet dike jî, ew wê kevneşopiyê didomîne.
Mehmet Ozkalkan ji K24ê re got: "Karê me niha gelek zehmet bûye. Berê li nav bajêr jî dihatin çê kirinê, lê niha bajêr mezin bûye û êdî em neşen li bajêr çêbikin. Em heriya wan ji ciyên çiyayî tînin ku divê heriya sor be. Ji aliye Tatwanê û Wanê ve em herî tînin û çê dikin. Havînan karê me dikare bê kirin, zivistanan jî berhemên ji herî çê nabin. Divê tav hebe kul i ber ziwa bibin. Yanî dema berf û baran hebe ev kar nayê kirin. Berhemên min hemû ji heriya çiyayî yên sor in. Dema herî guncav ya heriyê jî divê berf bihele, ax bibe herî ku baş bê çêkirin. Ji her heriyê jî nayê çê kirin, divê heriya çiya ya sor be."
Ne tenê beroşa xwarinan, gelek berhemên din jî ji heriyê tên çê kirin ku tê de, xurek û zexîre tên parastin.
Mehmet Ozkalkan balê dikşîne ku bi pêşketina teknolojiyê re û derketina sarincan re eleqeya ji bo berhemên ji heriyê kêmbûye, lê hêj jî bi taybet li gundan ji bo parastina qatix, xurek û zexire, kup, cêr û berhemên ji heriyê tên bikaranîn. Ozkalkan balê jî dikşîne ku ji ber derfet nîn in, nikare karê xwe mizin bike û şagirtên nû fêr bike.
Mehmet Ozkalkan dibêje: "Eviya dane ye û hêj ji aliyên Diyarbekirê, Bîngolê, Batmanê, Mêrdînê, Wan û Tatwanê tên û vana distînin. Rûnê xwe, ava firîngên yê, hingivên xwe, birinc û xurekên dikinê û tê de diparêzin. Dema ji viya re kapaxekî bê çêkirin û bi awayekî ku hewa nestîne bê pêçandin wek zemanê berê her tişte dikare, tê de bê parastin. Ev ya li ser boyax nîn e, berê jî rengên vana bi giya dihatin bidest xistin ew jî tenduristbûn. Boyax nexweşîn e, lê ev reng em jêra dibêjin 'sir' hatiye sir kirin û tendurist e."
Berhemên ji vê kargeha ku bi dehan sal e, berhemên heriyê çê dike û wê çanda berê zînde dihêle, bi derfetên teknojiyê jî bazareke berfireh peyda dike û berhemên ku tên çêkirin, ji bo her deverî tên şiyandin.