Mesrûr Barzanî: Em pabendî xizmetkirina malbatên şehîdan in
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku Hikûmeta Herêmê pabendbûna xwe ya xizmetkirina zêdetir a malbatên şehîdan, car din tîne ziman.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku Hikûmeta Herêmê pabendbûna xwe ya xizmetkirina zêdetir a malbatên şehîdan, car din tîne ziman.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro em bi rêz û rûmet şehîdên kîmyabarana Balîsan û Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetiyê bi bîr tînin, ku 34 sal berî niha ji aliyê rejîma Beisê ve hatin komkujîkirin.”
Mesrûr Barzanî tekez dike: “Hikûmeta Herêmê pabendbûna xwe ya xizmetkirina zêdetir a malbatên şehîdan, car din tîne ziman.”
Li gor birayara hejmara 1 a sala 2008an, roja 16ê Nîsanê weke Roja Jîngeha Kurdistanê hatiye destnîşankirin.
Roja 16ê Nîsana 1987an, rejîma Beisê yekem car çekên kîmyayî li dijî xelkê Kurdistanê bi kar anî û deverên Balîsan û Şêx Wesanan bomberan kir.