Di meha Remezanê de bazara dims û tehînê geş dibe
Yek ji xwarinên ku bi taybetî di meha Remezanê de zêdetir tên tercihkirin dims û tehîn e.
Diyarbekir (K24) – Di meha Remezanê de bazara dims û tehînî jî geş dibe. Ji ber ku mirov têr digre û enerjiyê dide welatiyên rojîgir di paşîvan de bi giranî dims û tehînê dixwin. Li Diyarbekirê firoşkarên dims û tehînê amaje dikin ku îsal dims û tehin gelek zêde heye û bihayê wê jî li gorî par daketiye.
Yek ji xwarinên ku bi taybetî di meha Remezanê de zêdetir tên tercihkirin dims û tehîn e. Li mitbaxa welatiyan ev her du xwarin çar demên salê hene lê bi taybetî di demsala zivistan û meha Remezanê de zêdetir tên xwarin. Ufuk Gokçe bi salane ku li navçeya Sûra Diyarbekirê tehîn û berhemên ji tehînê çêdibin difiroşe û amaje dike ji ber ku tehîn mirov têr digre bi taybetî ji sifreyên paşîvê nayê kêmkirin.
Xwediyê Kargeha Tehînê Ufuk Gokçe ji K24ê re got: “Ev çar sal in ku em li vê derê tehîn û berhemên ji tehînê difiroşin. Di meha Remezanê de eleqeya ji bo tehînê baş e. Tehîn mirovan têr digre. Em kîloya tehînê bi 30 lîreyan difiroşin. Ev jî helawa qelqelok e, piştî fitarê li ber çayê xweş tê xwarin. Paketa wê bi 20 lîreyî ye. Helawa me jî ne ya mekîneyê ye; re em bi dest çêdikin.”
Îsal di meha Remezanê de welatî rojê 15 demjimêran rojî digrin. Bijîşkên parêzê dibêjin; ji ber ku rojîgir têhn û birçî dimînin divê xwarinên ku wan têr digrin û enerjiyê dide wan bixwin. Li gorî lêkolînan, dims û tehîn ji aliyê enerjî û mîneralên ve dewlemend e. Bihayê dimsê jî li gorî par daketiye û kîlo bi 30 lîreyan tê firotin. Li sûka Diyarbekirê hem dimsa Diyarbekirê him jî dimsa Mêrdînê tê firotin.
Firoşkarê Dimsê Kutbedîn Uçdag dibêje: “Dimsa me ya navçeya Mazîdag a Mêrdînê ye. Kesê ku tama devê xwe bizane jixwe dê dims û tehînê bixwe. Dim ji bo tenduristiyê jî baş e û ji bo ku mirov birçî jî nebe mirov têr digre.”
Dikandar Yusuf İşli diyar dike:“Dims ji bo rojiyê şîfa ye. Dims mirov têr digre û ji bo mîde û bedena mirov gelek sûdewar e.”
Li gorî gotinên bijîşkên parêziyê, divê mirov ne kêm ne jî zêde tehîn û dimsê bixwe ji ber ku di nava tehînê de rûn zêde heye û dema ku zêde were xwarin mirov diwestîne. Derbarê dimsê de jî bijîşkên parêziyê dibêjin; bi taybetî welatiyên ku nexweşên şekir û tansiyonê ne û yên qelew divê gelek dimsê nexwin.