Çîroka serkeftina muzîkjenê fransî Edward Haris
Di 5 saliya xwe de bi vê enstrumana armonikayê dest bi muzîkê kir û niha di 76 saliya xwe de dikare li hemû enstrumanên muzîkê lê bide.
Stenbol (K24) – Muzîkjenekî Fransî ku niha li Tirkiyeyê dijî, di heman demê de bi dehan enstrumanên muzikê lê dide û tu enstruman tune ku lê nede. Muzikjen Edward Harisê ku xelatên navdewletî û şampîyonî bi dest xistiye tenê ji enstrumanekî bi hezaran dengên cuda yên muzikê derdixe. Edward bi sedan amûr û enstrumanên kevn û qedîm berhev kiriye û dixwaze wan enstrumanên muzikê di muzexaneyekê de bi cîh bike da ku nifşên bê jê îstîfade bike.
Di 5 saliya xwe de bi vê enstrumana armonikayê dest bi muzîkê kir û niha di 76 saliya xwe de dikare li hemû enstrumanên muzîkê lê bide. Tenê ji vê armonîkaya ku 4 devê wê heye dikare 4 hezar dengên cuda yên muzikê derxe.
Muzîkjen Edward Haris ji K24ê re got: “Dema ez 4 salî bûm, di rojbûna min de ji min re gotin tu çi diyarî dixwazî? Min jî armonîka xwestibû. Lê dê û bavê min li dijî vê yekê derketin. Piştre min dema porê diya xwe mist dida toqeyê wê derxist û tevî çend toqeyên din min ceribandina dengên muzikê kir. Bi vî awayî min dest bi muzikê kir.”
Profesorê Muzîkê Edward Haris ê Fransî li Amerîkayê di 12 deqeyan de di heman demê de li 24 enstrumanên cuda lê dide û dibe şampiyonê cihanê niha bi sedan enstrumanên xwe li malekê berhev kiriye û armanca wî ew e enstrumanên ber destê wî di muzeyekê de bê nîşandan bo nifşên bê werin veguhestin û ew neyên jibîrkirin.
Edward Haris dibêje: “Kalikên min ên endazyar ji Fransayê ji bo çêkirina yekem rêhesinên trênê hatin Tirkiyeyê. Ez jî li Stenbolê mezin bûm. Giştiyê enstrumanên li vê malê ne ji bav û kalên min mane. Li nav enstrumanan harmoniya dêrê ya ji serdema muzikjenê navdar ê Joan Sebastian jî heye. Hinek ji wan jî min bi xwe berhev kir. Dixwazim muzeyek bê avakirin da ku hemû kes van enstrumanan bibîne û jê îstîfade bike.”
Edwardê ku li Ewropa û li Amerîkayê konsertên mezin ên navdewletî daye tevî temendirêjiya xwe dev ji karê muzikê bernadeye û niha jî gênc û zarokan fêrî muzîkê dike.
Muzîkjen Edward Haris diyar kir: “Li Paris, California, Romayê konsertên min serkeftî hat dîtin û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek şampiyonê cihanê ez hatim hilbijartim. Min bi zarokên xwendin û nivîsandin nizanîbûn orkestraya bando ava kir. Niha jî wek xwebexş dersê muzikê didim mirovan. Hewl didim tîmek xurt a muzikê ava bikim û li cîhanê beşdarî festîvalan bibim.”
Li gorî gotina Edward heta niha muzeyek bi sedan enstrumanên kevnar ên wek di destê wî de ne nehatiye avakirin loma bi van enstrumanan avakirina muzexaneyek jî dê bibe yekem muzexane li cîhanê.