Mesrûr Barzanî hevxemiya ji gelê Misrê re radigihîne

Li Misrê, trênek ji riya xwe derket û wegeriya û di encamê de 8 kesan canê xwe ji dest dan û 97 kesên din jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe bi sedema canjidestdan û birîndarbûna bi dehan kesan di bûyereke çûnûhatinê de, digihîne gel û serkirdatiya Misrê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di twittekê de ragihand, “Bi bihîstina nûçe derketina trênekê ji riya xwe li Misrê, gelekî xemgîn bûm. Hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan, serkirdatî û gelê Misrê re radigihînim.”

Mesrûr Barzanî tekez kir jî, “Di demên dijwar de, bi we re hevsoz in”

Li Misrê, duhî trênek ji riya xwe derket û wegeriya û di encamê de 8 kesan canê xwe ji dest dan û 97 kesên din jî birîndar bûn.