Li Diyarbekirê di meha Remezanê de ecîn xwarineke sereke ye

Di fetarên meha Remezanê de ecîn dibe xwarineke sereke li ser sifreyan e

Diyarbekir (K24) – Ecîn li Diyarbekirê xwarineke giştî be jî, di meha remezanê de, dibe xwarineke taybet. Bi taybet ji bo fetarê û piştî fetarê cûreyên ecînê tên amade kirin û welatî jî ji bo wê tamê bibin ser sifreya xwe dikevin rêzê.

Di meha remezanê de her ku demjimêr berbi wexta fetarê ve nêzîk dibin pêk ve jî, wek gelek xwarinan amadekirina cûreyên ecînê jî dest pê dike. Ecînên bi goşt yên bê goşt û yên tûj ne tûj li gor daxwaza welatiyan tên amade kirin. Hemû cûreyên ecînan wek hev xuya bikin jî, tama destên her hosteyekî jihev cuda ye.

Mahmût Karabûlût jî 30 sal e ku ecîn çê dike û tîne ziman ku ecîn, bi tûjî û goşt ve tê çêkirin, lê ew cûreyên ku goşt tê de nîn in û yên ku tûj nîn in jî li gor daxwazan çê dikin. Karabûlût radigihîne ku di meha remezanê dê, welatî zêdetir berê xwe didin ecînê.

Hosteyê Ecînê Mahmût Karabûlût dibêje: “Ez 30 sal in ku vî karî dikim û bi taybet her sal di meha remezanê de û îsal jî em wek tîm li berhev tên û ecînên xwe çê dikin. Mişterî jî zêdetir piştî 5’ê êvarê dikevin rêzê û ecînê dikirin û dibin malên xwe. Em peznê ecînên xwe nadin, lê mişteriyên me gelek diecibînin.”

Her ku demjimêr ber bi fetarê ve diçin, ecîn jî  nêzîkî amadeyi dibin û piştî ku amade dibin jî, ji bo mişteriyan tên firotin û paket kirin.

Yildiray Mirzaoglû jî bi sala ne ku ecînên xwe ji vê kargehê distînê û tîne ziman ku tama destên her hosteyekî cuda ye û ew  jî ecîna Mahmûd hosta diecibîne.

Yildiray Mirzaoglû dibêje: “Teqrîben 18 sal in, ez her ku ecîn bistînim, ji vê derê, ecîna ji destên Mahmût Hoste distînim. Berê jî ciyê wî li derekî din bû, min ji Wî distend û piştî hatiye vê derê jî ez ji Wî distînim. Sedema serekî ku ez jê distînim, dirust e û paqij kar dike. Ew qas sal e, min yek carekî tiştekî ku jê gazincbikin nedît. Tama ecînên Wî jî gelek xweş in.”

Welatî tînin ziman ku di meha remezanê de, mirov dixwaze, tamên cuda pêkve deynin ser sifreyên xwe û tiştên ku îsteha mirov ve dikin jî girîng in. Loma jî ji ber ecîn îsteha wan ve dike zêdetir berê xwe didin ecînê.