Li Şirnexê Gundê Germavê hat karantînakirin
Yek ji navendên geşt û guzariyê ya Bakurê Kurdistanê, Gundê Germavê yê girêdayî Elkê ya Şirnexê, hat karantînakirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Yek ji navendên geşt û guzariyê ya Bakurê Kurdistanê, Gundê Germavê yê girêdayî Elkê ya Şirnexê, hat karantînakirin.
Hat ragihandin ku Gundê Germavê ya girêdayî Elkê ya Şirnexê ye ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê hatiye karantînakirin. Karantîna 20ê Nîsanê dest pê kir û bo heta demeke nediyar dê bidome.
Lijneya Tendirustiyê ya Elkê ragihand ku gelek welatiyên Gundê Germavê tûşî Vîrusa Koronayê bûne û ji ber vê yekê jî ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê gund hatiye karantînakirin.
Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku biryara karantinaya Gundê Germavê ji 20ê Nîsanê demjimêr 07.00ê sibê ve dest pê kiriye û dê bo heta demeke nediyar karantina di meriyetê de be.
Lijneyê da zanîn ku dê pêdiviyên welatiyan ji aliyê Tîma Pişrgiriya Civakî ve werin dabînkirin û Serokê Şaredariya Elkê Habîp Aşan jî da zanîn ku ew ê hewl bidin ku hemû pêdiviyên gund dabîn bikin û bang kir ku welatî pabendê karantînayê bin.
Gundê Germavê bi ava xwe ya germ salane gelek welatiyan di çarçoveya geştiyariya tendirustî de dikêşe xweza û ava xwe.