Qurbaniyên şewata nexweşxaneya Bexdayê gihîşt 82 kesan

110 kes jî birîndar bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Iraqê îro ragihand, ji ber şewata nexweşxaneya Ibin El-Xetîb ya Bexdayê 82 kesan kesên canê xwe ji dest dane.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, di bûyera şewata nexweşxaneya Ibin El-Xetîb de 82 kesan canê xwe ji dest dan û 110 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê diyar kir, dûr e ku ew bûyer tawan be, ligel wê Wezareta Tendirûstiyê rêvebirê nexweşxaneyê û berpirsên yekîneyên wê nexweşxaneyê ji bo lêkolînan xwastine.

Şeva borî bitleke oksicînê li nexweşxaneya Ibin El-Xetîb y taybet bi Koronayê teqiya û agir pê ket, di encamê de heta niha 82 kesan canê xwe ji dest dan û 110 kes jî birîndar bûne.