Kuçe û kolanên Diyarbekirê têne şûştin

Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê bi sabûn û ava dezenfektankirî dest bi paqijkirina qadirme, kuçe û kolanên bajêr kir.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê bi sabûn û ava dezenfektankirî dest bi paqijkirina qadirme, kuçe û kolanên bajêr kir. Rayedarên şaredariyê dibêjin di heyama qedexeyên derketina derve de ew jî dixwazin bajêr paqij bikin. Welatî jî ji şûştin û paqijkirina kûçe û kolanan keyfxweş in.

Tîmên paqijiyê yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê, bi kew û ava dezanfektankirî qadirme, kuçe û kolanên bajêr dişûn û paqij dikin. Rayedarên şaredariyê dibêjin; di çarçoveya rênimayên xweparêziyê de welatî malên xwe; ew jî kûçe û kolanan paqij dikin.

Rêveberê Daîreya Parastina Hawirdorê Necîm Şeyban got; di heyama parastina ji vîrûsa koronayê de ew jî hewl didin ku bajêr paqij bikin.

Necîm Şeyban ji K24ê re diyar kir: “Me xwest ku em jî li bajêr paqijiya biharê bikin. Ji bo her navçeyê me nêzî 30 xebatkarên paqijiyê rêkirinê. Em ne tenê kuçe û kolanan  paqij dikin; em herfiyata li ser ku welatî diavêjin derve jî paqij dikin. Pazêrgerê me jî girîngiyê dide xebatên paqijê. Welatî jî piştgiriyê didin me û dibêjin di vê heyama koronayê de şûştina kuçe û kolanan gelek baş e.”

Bi sedan xebatkarên paqijiyê bi alîkariya wesayitan li kuçe û kolanên navendî digerin û bi taybetî riyên ku welatî bikartînin paqij dikin. Ne tenê kuçe û kolanan lê qutî û konteynerên zibil jî tên şûştin û dezenfektankirin. Welatî jî piştgiriya xebatên paqijiyê dikin û dibêjin; ew dibêjin ne tenê kuçe û kolanên sereke lê yên di nava taxan de jî werin paqijkirin.

Welatiyek bi navê Emrah Bey destnîşan kir: “Lazim e em jî alîkariya şaredariyê bikin, em jî guhdarê paqijiyê bin. Xwedê ji wan razî be, dixebitin, baş dixebitin.  Lê kuçe û kolanên li ber çavan paqij dikin lê kuçeyên di nava taxan de paqij nakin.”

Herwiha welatiyek jî dibêje: “Em dixwazin bajarê me baqij be. Em dixwazin bi hev re em ji  vê nexweşiyê xwe xilas bibin.  Bila dîsa mirovên me baş bin, bila dîsa her alî xweş be. Bila ev nexweşî nemîne û paqijî hebe.”

Welatiyekî jî got: “Heta ji destê me were em jî dikarin alîkariya xebatên paqijiyê bikin. Lê belê em ji xebatên paqijiyê keyfxweş in.”

Rayedarên şaredariyê dan zanîn; ji ber ku di heyema qedexeyên derketina derve de li kuçe û kolanan liv û tevgera welatiyan jî kêm dibe ew jî vê yekê wekî fersendekê bikartînin û lezê didin xebatên paqijiyê. Li gorî ragihandina rayedarên şaredariyê dê xebatên şûştin û paqijkirina kuçe û kolanan berdewam bikin.

Fly Erbil Advertisment