Serokwezîr kevirê bingehîn ê çend projeyan li Zaxoyê datîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Sîmaya aborî û geştiyariyê ya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê di qonaxeke guherîneke berdewam de ye. Di vê çarçoveyê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi hejmarek projeyên nû û stratejîk serdana deverê dike.
Ev pêngava nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca bihêzkirin û vejandina binesaziya deverê tê avêtin. Îro 25ê Cotmehê bi serpereştî û amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, şaxa kompamyaya navdewletî ya "Nissan"ê li Zaxoyê tê vekirin. Armanca sereke ya vekirina vê şaxê, geşepêdana kerta bazirganiyê û afirandina derfetên nû yên kar ji bo xelk û ciwanên deverê ye.
Her di çarçoveya vê serdanê de, Serokê Hikûmetê dê serdaneke meydanî bo Kornîşa Zaxoyê û projeya veberhênanê ya "Toga Porto Marina" bike. Ev projeya mezin a geştiyariyê ku ji hejmarek kafê û xwaringehên brandên navdar ên cîhanî pêk tê, niha di qonaxên xwe yên dawî de ye û li ber temambûnê ye.
Pispor tekez dikin ku ev projeyên stratejîk, dê werçerxaneke giring di kerta geştiyariya Zaxoyê de pêk bînin û pêgeha bajêr weke navendeke nûjen û bihêz a veberhênanê li Herêma Kurdistanê bêtir ber bi pêş ve bibin.