Nûnera NY: Pêwîstiya Hewlêr û Bexdayê bi gotûbêja stratejîk heye

Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert ragihand; pêwîstiya Hewlêr û Bexdayê bi gotûbêja stratejîk heye û divê bawerî vegere navbera wan.

Hewlêr (K24) - Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert ragihand; pêwîstiya Hewlêr û Bexdayê bi gotûbêja stratejîk heye û divê bawerî vegere navbera wan. Herwiha eşkere kir ku rewşa ewlehiyê ya Iraqê xirab e û divê ji bo serkeftina hilbijartinên giştî yên 10ê Cotmehê zemîn were xweşkirin.

Jeanine Hennis Plasschaert beşdarî civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî ya derbarê Iraqê de bû û diyar kir ku divê civaka navdewletî piştgiriya Iraqê bike.

Plasschaert derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî got divê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê baştir bibin. Hikûmeta Herema Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di derbarê budceyê de lihev kirin lê rêkeftina ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate îmzekirin hîn jî nehatiye cîbicîkirin.

Derbarê Kerkûkê de Jeanine Hennis Plasschaert diyar kir: “Li ser Kerkûkê me du sal in hêsankarî kiriye ji bo gotûbêjên aliyan, lê belê negihiştine rêkeftinê û derfeteke baş çênebûye ji bo rêkeftinê. Rewşa Kerkûkê heta bêjin xirab e.”

Herwiha li ser Şingalê jî got: “Cotmeha borî rêkeftin hat kirin, lê belê nehat cîbicîkirin. Pêwîstiya danîna mekanîzmaya cîbicîkirina rêkeftinê heye. Bawerî di navbera her du aliyan de tune ye û ewên baca vê didin Êzdî ne. Divê kesên li hember Êzdiyan tawan kirine, bidin dadgehê. Em weke Neteweyên Yekbûyî, li ser daxwaza Iraqê, me li ser komkirina belgeyên tawanên DAIŞê dest pê kiriye.”