BioNTech 90 milyon dozên din ji Tirkiyê re dişîne
Tirkiyê bi Pfizer BioNTech re peyman îmze kir. û li gorî peymanê BioNTech dê 90 milyon vaksînên din ji Tirkiyê re bişîne.

Enqere (K24) - Tirkiyê bi Pfizer BioNTech re peyman îmze kir. Li gorî peymanê BioNTech dê 90 milyon vaksînên din ji Tirkiyê re bişîne. Tê çaverêkirin bi vê peymanê di sala 2021an de 120 milyon dozên vaksîna BioNTechê bigihîjin Tirkiyê.
Biryar e îro lijneya zanistî ya vîrûsa koronayê li Enqereya paytexta Tirkiyê bi serokatiya Wezîrê Tendirûstiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, civîna xwe ya rûtîn pêk bîne. Tê çaverêkirin ku CEOyê Pfizer BioNTechê Ugur Şahîn jî bi avayekî onlayn, beşdarî civîna îro bibe.
Li Tirkiyê heta niha %13.8a welatiyan hatine vaksînkirin. Ji bilî Pfizer BioNTech, vaksîna Çînê ya bi navê Coronavac jî li Tirkiyê tê bikaranîn. Biryar e Tirkiye di demek nêz de dest bi bikaranîna Vaksîna Rûsî ya bi nave Sputnîk-V jî bike.