Serokwezîrê Brîtanyayê di ahengeke nehênî de zewicî
Johnson û Symonds destgirtîbûna xwe di sala borî de ragihandibû û zarokekî wan jî heye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson di ahengeke nehênî de bi destgirtiya xwe Carrie Symonds re zewicî.
Medyaya Brîtanyayê ragihand, Borîs Johnson ê 56 salî li Dêra Westminsterê û bi xizm û hevalên xwe yên nêzîk re ku tenê 30 kes bûn, bi Carrie Symonds a 33 salî re di ahengeke nehênî de zewicî.
Johnson dema ji sala 2019'an ve bûbû Serokwezîrê Brîtanyayê bi Symonds re dijî û destgirtîbûna xwe di sala borî ragihandibû û zarokekî wan heye.
Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson pêştir du caran zewicî bû.