Şanda Hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê dest bi danûstandinan dike

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê guftûgoyan derbarê yasaya budceya Iraqê de dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro li Bexdayê ligel şandeke teknîkî ya hikûmeta Îraqê dicive û behsa hûrgiliyên rêkeftina di navbera her du aliyan de û şandina pişka Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji budceya Îraqê dikin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, “Îro şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li Bexdayê dest bi guftûgoyan bike û dê ligel Serokkomar û serokwezîrê Iraqê bicive û pişt re jî dê ligel şandeke teknîkî ya Hikûmeta Iraqê bicive ku her yek ji Wezîrê Darayî û Wezîrê Petrolê û Nûnerê Çavdêriya Darayî û Nûnerê Kompaniya Somo dê amade bin.”

Li gor zanyariyên peyamnêrê me: “Di civînê de dê guftûgo li hûrgiliyên şandina pişka Herêmê ji budceya Iraqê û  hemû pirsgirêkên ku li pêş şandina pişka Herêmê hene werin kirin, da ku di demeke diyarkirî de ji Herêma Kurdistanê re were şandin.”

Ji bo cîbicîkirina yasaya budceyê û şandina pişka budceya Herêma Kurdistanê, duhî şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî çû Bexdayê.