Parêzgarê Duhokê bi Parêzgariya Şirnexê re dûvçûnê derbarê birîna daran de dike

Biryar hat dan ku hevahengî di navbera her du aliyan de ji bo kontrolkirina vê babetê bê kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi berdewamiya hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku çend roj in berdewam e, Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Tater bi Konsolxaneya Giştî ya Tirkiye û Parêzgarê Şirnexê re dûvçûna birîna daran li sînorê parêzgeha Duhokê kir û piştî danûstandinan, biryar hat dan ku hevahengî di navbera her du aliyan de ji bo kontrolkirina vê babetê bê kirin.

Her şeva din jî di pêwendiyeke telefonî de Qaymeqamê Zaxo bi Qameqamê Şernexê re kir ji bo nehêlana li birîna daran li qezaya Zaxo û her du devera. Tekezî li ser wê yekê kir ku ev zêdegavî ye û nayê qebûlkirin.

Qameqamê Zaxoyê daxwaze ji hemû welatiyan dike ku li her deverê dar lê bêne birîn, saziyên Hikûmetê bi belgeyan ve agahdar bikin ji bo dûvçûn bê kirin û zêdegavî neyin kirin.