Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke bilind a Tevgera Sedir dike

Behsa giringiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê de li ser binemaya destûrê hate kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Huzîrana 2021ê pêşwazî li şandeke bilind a Tevgera Sedir bi serokatiya diktor Nesar El-Rubeyî kir.

Di civînê de rewşa Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hat guftûgokirin û bi taybetî hilbijartinên bê yên Encûmena Nûneran a Iraqê û pêwîstiya rê li ber hilbijartineke pak û paqij bê vekirin ku maf û daxwazên hemû aliyan misoger bike.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de behsa giringiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê de li ser binemaya destûrê û rêzgirtina li prensîpên hevsengîyê û beşdarîkirina rasteqîne di rêvebirin û biryardanê de di çarçoeya Iraqeke federal û demokratîk de hate kirin.