Li Bedlîsê şer di navbera PKK û leşkerên Tirkiyê de derket
Li Bedlîsê parêzvanekî gundan hat kuştin û 5 leşkerên Tirkiyê jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Bedlîsê parêzvanekî gundan hat kuştin û 5 leşkerên Tirkiyê jî birîndar bûn.
Parêzgariya Bedlîsê di daxuyaniyekê de ragihandin li navçeya Tatwanê di operasyona hemberî PKK’ê de şer derket.
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê di encama şer de parêzvanek gundan hatiye kuştin û pênc leşker jî birîndar bûne. Serbazên birîndar ji bo nexweşxaneya Tetwanê hatin veguhestin.
Her wiha Parêzgariya Bedlîsê ragihand, piştî bûyerê operasyon li herêma şer hat berfirehkirin.