Qubad Talebanî ligel Mistefa Kazimî mijara budceyê gotûbêj kir

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand; di civîna şanda Kurdistanê de ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, her du aliyan pabendiya xwe bi yasaya budceyê car din anîne ziman.

Bexda (K24) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand; di civîna şanda Kurdistanê de ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, her du aliyan pabendiya xwe bi yasaya budceyê car din anîne ziman.

Qubad Talebanî ragihand: “Me ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser pêşhatên herî dawî yên pêwendiyên her du hikûmetên Herêm û Federal gotûbêj kir, bi taybetş mekanîzmaya cîbicîkirina yasaya budceya sala 2021ê ya Iraqê û desteberkirina heqên darayî yên Herêmê.”

Talebanî herwiha eşkere kir: “Em her du aliyan, me careke din pabendiya xwe bi yasaya budceyê anî ziman ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha yasa û destûrê û ji bo pêkanîna hevfêmkirina demdirêj û berdewam.”