Li Rihayê di bûyereke trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest dan
Li navçeya Sêwreg a ser bi bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji rê derket.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li Rihayê di encama bûyereke trafîkê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Sêwreg a ser bi bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê îro pêncşemê 3yê Hezîrana 2021ê otomobîlek ji rê derket û wergeriya.
Li gor zanyariyan di encama bûyerê de Alî Canan, Rukiye Uzman a 46 salî, Îbrahîm Canan ê 54 salî û du kesên din ku navên wan nehatine zanîn li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.
Hejmareke zêde ya tîmên tendirustî û hêzên emnî jî bo cihê bûyerê hatin veguhastin.
Cenazeyên her 5 kesan ji bo karûbarên otopsiyê bo Tiba Dadê hatin şandin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.