Heta niha du milyar vaksîn ji bo cîhanê hatine dabînkirin
Li gor zanyariyên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO), şeş meh piştî destpêkirina helmeta lêdana vaksîna dijî vîrusa Koronayê, du milyar vaksîn li seranserê cîhanê hatine dabînkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor zanyariyên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO), şeş meh piştî destpêkirina helmeta lêdana vaksîna dijî vîrusa Koronayê (Covid-19), du milyar vaksîn li seranserê cîhanê hatine dabînkirin.
Li gor amarekê ku malpera BBC belav kiriye, heta niha du milyar û 109 milyon û 696 hezar derzî li 215 welatên cîhanê ji bo mirovahiyê hatine dabînkirin. Çîn di pileya yekem de ye ku heta niha 704 milyon doz vaksîn wergirtiye, piştî wê nişteciyên Amerîkayê tê ku wan jî 296 milyon doz wergirtine, 221 milyon doz jî li Hindistanê hatine bikaranîn.
Welatên ku di lêdana vaksînê de di asta cîhanê de pêşeng in; Kanada bi rêjeya %59, Brîtanya %58.3, Şîlî bi rêjeya %56.6 û Amerîka jî bi rêjeya %51 e.
Li Yekîtiya Ewropayê jî heta niha 254.94 milyon doz vaksîn hatine wergirtin, ku li ser asta cîhanê bi rêjeya %39 e.