Mesrûr Barzanî: Êrîşa PKKê ya ser Pêşmerge bi tundî şermezar dikim
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Ez bi tundî êrîşa îro ya PKKê ya ser Pêşmerge şermezar dikim."
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Ez bi tundî êrîşa îro ya PKKê ya ser Pêşmerge şermezar dikim û ez ji Parlamentoya Kurdistanê û aliyên siyasî daxwaz dikim ku bi yekdengî li dijî vê destdirêjiyê rawestin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê êrîşa îro ya PKKê ya ser hêzên Pêşmerge de diyar kir: “Ez bi tundî êrîşa îro ya PKKê ya ser Pêşmerge şermezar dikim. Ez sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî malbatên pênc şehîdan dikim û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazim.”
Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Ez ji Parlamentoya Kurdistanê û aliyên siyasî daxwaz dikim ku bi yekdengî li dijî vê destdirêjiyê rawestin.”
بە توندی هێرشی ئەمڕۆی پەکەکە بۆ سەر پێشمەرگە سهركۆنه و شەرمەزار دەکەم. پرسە و هاوخەمی ئاراستەی بنەماڵەی پێنج شەهیدەکە دەکەم و ھیوای چاکبوونەوەی خێرا بۆ بریندارهكان دەخوازم.
— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) June 5, 2021
داوا لە پەرلەمانی کوردستان و لایەنە سیاسییەکان دەکەم کە بە یەکدەنگیی لە دژی ئەم دەستدرێژییە بوەستنەوە.