Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê êrîşa PKKê li ser Pêşmerge şermezar kir
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê diyar kirin, hêzên ewlekariyê dest bi lêkolînê derbarê wê bûyerê de kirine.
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê êrîşa ya çekdarên PKKê li ser hêza Pêşmerge li çiyayê Metîn li qezaya Amêdiyê şermezar kir.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl di daxuyaniyekê êrîşa li ser hêza Pêşmerge li çiyayê Metîna li parêzgeha Duhokêşermezar kir û ew bi êrîşeke “terorî û tirsonek” bi nav kir û got ku ew êrîş ji aliyê hêzeke ne Iraqî ve hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, hêzên ewlekariyê dest bi lêkolînê derbarê wê bûyerê de kirine û her kesê destdirêjî li xwîna Iraqiyan kiriye, dê bigihr cezaya xwe ya dadperwerane.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê sersaxî li malbatên her pênc Pêmergeyên şehîd kir û hêviya başbûna bilez ji birîndaran re xwast.
Herwiha tekez kir, “Hêzên çekdar ên Iraqê rijd e ku serweriya xwe li ser tevahiya xaka Iraqê cibicî bike û rê nade ti aliyekî navxweyî yan derveyî wê binpê bike û tekezî li ser perensîpa destûrê kir ku rê nade Iraq bibe cihek ji bo êrîşkirina li ser welatên cîran.