Sancar: Sedema pirsgirêkên Tirkiyê, çaresernekirina pirsa Kurd e
Hevserokê HDPê: Sedema hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê û qirêjbûna dewletê, şerê li dijî Kurdan û çaresernekirina pirsa Kurd e.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê HDPê da xuyakirin, sedema hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê û qirêjbûna dewletê, şerê li dijî Kurdan û çaresernekirina pirsa Kurd e.
Hevserokê HDPê Mîthet Sancar, di civîna Encûmena Rêveberiya HDPê de axivî û bal kişand li ser pêşhatên dawî û rewş û pirsgirêkên Tirkiyeyê.
Hevserokê HDPê da zanîn, dewleta Tirkiyeyê hember Kurdan hêzên tarî û mafya bikar anîne û bi vê armancê bi hezaran gund vala kirin û milyonan Kurd sirgun kirin.
Herwiha got, şerê li dijî Kurdan bûye sedemê qirêjbûna dewletê, binpêkirin û kêmbûna demokrasî û zêdebûna hejariyê.
Sancar bang li hêzên demokrasîxwaz kir ku ew dikarin bi hev re welat ji vê rewşê derbixin.