Li Şehbayê 3 zarok di teqînekê de birîndar bûn

Li herêma Şehbayê bombeyeke vedayî teqiya û di encamê de 3 zarokên Efrînê bi giranî birîndar bûn.

Wêne: Medya civakî
Wêne: Medya civakî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêma Şehbayê bombeyeke vedayî teqiya û di encamê de 3 zarokên Efrînê bi giranî birîndar bûn.

Çalakvanên Efrînê belav kirin, duhî danê êvarê bombeyeke vedayî li gundê Babins ê li herêma Şehbayê teqiyta û 3 zarok (Ebdulkerîm Silêman 11 salî, Celal Hisên 16 salî û Selam Şebabo Xalid 14 salî) birîndar bûn.

Çalakvanan destnîşan kirin, zarokên birîndar ji bo nexweşxaneya Efrîn a li herêma Şehbayê hatine veguhastin û rewşa wan ne cîgir e.

Herêma Şehbayê dora 30 kîlometro li rojhilatê Efrînê û 30 kîlometro li bakurê Helebê dikeve û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye.

Piştî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve herêma Efrînê di meha Adara 2018an ve dagîr kir, zêdetir ji 300 hezar welatiyên Efrînê koçber bûn û derbider bûn û dora 150 hezar kesî ji wan li kamp û gundê herêma Şehbayê bi cih bûn.

Fly Erbil Advertisment