Dema erkê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 2 mehên din hate dirêjkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê biryar da ku dema erkê qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bo dema du mehên din were dirêjkirin.
Li gorî biryara Wezaretê, erkê Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun ê ku wekî qeyûm li ser şaredariyê hatibû erkdarkirin, ji Mijdara 2026an pê ve careke din ji nû ve hate nirxandin û bo dema du mehan hate dirêjkirin. Bi vê biryarê re, Akkoyun dê erkên xwe yên rêvebirina şaredariyê bidomîne.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di 4ê Mijdara 2024an de, di çarçoveya lêpirsîn û dozên dadgehê de bi biryara Wezareta Navxwe ji erkê xwe hatibû dûrxistin û li şûna wî Waliyê bajêr Tuncay Akkoyun wekî qeyûm hatibû danîn.
Li gorî rêkarên qanûnî yên li Tirkiyeyê, dema erkdarkirina qeyûman li şaredariyan ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve her du mehan carekê tê nirxandin û biryara nûkirin an dirêjkirina wê tê dayîn.