Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li kongreya xwe li Qamişlo girê da
Kongreya Duyemîn a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li bajarê Qamişlo hate girêdan.
Qamişlo (K24) – Kongreya Duyemîn a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li bajarê Qamişlo hate girêdan. Di dawiya kongreyê de jî dê Desteya Rêvebir were hilbijartin û ev deste jî dê Serokê Yekîtiyê yê nû destnîşan bike.
Bi beşdariya 43 endaman, duyemîn kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li bajarê Qamişlo hate girêdan. Di kongreyê de, hin bendên sîstema hundirîn yên girêdayî bi desthilata Serokê Yekîtiyê hatine gengeşe kirin û herwiha guhertina navê yekîtiyê jî di rojevê de ye.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê di bin diruşma "Zimanê Kurdî Nasname Me Ye" duyemîn kongreya xwe li bajarê Qamişlo girê da. Destnîşankirina vê siloganê jî, bi sedema ku endamên yekîtiyê xwe di ber pêşxistina zimanê Kurdî de berpirs dibînin.
Yekîtiya nivîskarên Kurdistana Sûriyê, di sala 2016an de, li bajarê Dêrikê hate damezrandin û di nav vê yekîtiyê de 150 endam cihê xwe digirin.
Di dawiya kongreya duyem de jî, dê Desteiya Rêvebir ji aliyê beşdaran ve were hilbijartin. Herwiha destnîşankirina Serokê Yekîtiyê jî, dê ji erkê desteya navbihurî be ku piştî demekê dê navê serokê yêkîtiyê yê nû were ragihandin.