Li Rojavayê Kurdistanê 61 kes bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 61 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin û diyar kir, 61 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 7 kes li Hesekê, 5 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 1 kes li Çilaxa, 1 kes li Amûdê, 5 kes li Kobanê, 9 kes li Reqayê, 9 kes li Tebqayê, 9 kes li Minbicê, 2 kes li Şehbayê û 11 kes li Kampa Holê ne.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand jî, 7 kes ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18036 kesan, ji wan 1829 kes baş bûne û 732 kesan jî canê xwe ji dest dane.