Xelkê Kerkûkê ji ber giranbûna nirvê elekirîkê û benzînê xwe pêşan didin

Li Kerkûkê bi sedan şofêrên taksiyan li dijî giranbûna nirxê benzîn û elektirîka jeneratoran xwe pêşan didin.

Dîmenek ji xwepêşandana Kerkûkê
Dîmenek ji xwepêşandana Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Kerkûkê bi sedan şofêrên taksiyan li dijî bilindbûna nirxê benzînê li benzînxaneyên taybet û giraniya nirxê elektirîka jeneratoran xwe pêşan didin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, îro ji ber giraniya nirxê benzînê û nirxê amperên elektrîka jeneratoran li bajarê Kerkûkê, ajokarên taksiyan dest bi grevê kirin. herwaha welatiyan jî dest bi xwepêşandanê kirin.

Xelkê Kerkûkê nerazîbûna xwe derbarê nebûna xizmetên li bajêr nîşan dan, tevî ku bajarê wan, dewlementirîn bajarê petrolê ye, bi sedan ajokarên taksiyê li dijî nirxê benzînê yê li benzînxaneyên taybet xwe pêşan dan.

Dîmenek ji rawestandina taksiyan li Kerkûkê
Dîmenek ji grevê ajokarên taksiyan li Kerkûkê

xelkê Kerkûkê diyar kirin ku rêveberiya Kerkûkê rojane tenê sê demjimêran elektrîkê ji bo bajêr peyda dike û welatî neçar dibin elektrîka jeneratoran bi kar bînin ku nirxê wê jî giran e.

Kemal Caf ku yek ji xwepêşandêran e ji K24ê re got: “Heta Parêzgar tê ser xetê, em ê xwepêşandanê bidomînin.” Herwiha got jî: “Li vî bajarî tiştên diqewimin, sivikirina bi gelê Kerkûkê ye”