Serok Barzanî pêşwazî li Şêxekî Hoza Şemerê kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Feysel Hirûş Elcerba yek ji şêxên Hoza Şemerê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Feysel Hirûş Elcerba yek ji şêxên Hoza Şemerê kir.

Di hevdîtinê de di derbarê rewşa emnî û debar û guzeraniya xelkê li navçeyên ser sînorê Sûriye û Iraqê û Rojavayê Dîcleyê danustandina bîr û ramanan kirin.

Her wiha tekezî li ser dostayetî û birayetî û pêkvejiyana pêkhatên olî û neteweyiyên navçeyê kirin.