Şêxê El Ezherê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike
Şêxê Zanîngeha El Ezherê ya li Misirê Ehmed Teyîb ji bo serdana Iraq û Herêma Kurdistanê amadekarî dike.

Hewlêr (K24) – Şêxê Zanîngeha El Ezherê ya li Misirê Ehmed Teyîb ji bo serdana Iraq û Herêma Kurdistanê amadekarî dike.
Çavkaniyekî nêzîkî Şêxê El Ezherê ji rojnameya El Nehar a Lubnanî re ragihandiye; Şêxê El Ezherê çendîn car ji aliyê Serokwezîrê Iraqê, Serokê Parlamentoya Iraqê, Serokê Weqfa Sunnî û rayedarên Herêma Kurdistanê ve bo Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye vexwendin.
Li gor rojnameya Lubnanî, Şêxê El Ezherê Ehmed Teyîb razî bûye ku serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike û niha bi diyarkirina dem û bernameya serdanê ve mijûl e.
Hêjayî gotinê ye ku Şêxê El Ezherê di dema serdana Papa Francis bo Iraqê de ku di meha Adarê de hatibû Iraq û Herêma Kurdistanê, gotibû; “Serdana birayê min Papa Francis bo Iraqê pêngaveke dîrokî û wêrek e, peyama aştî û aramiyê gihande gelên Iraqê.”
Şêxê El Ezherê û Papa Francis di Sibata 2019an de li Ebû Zebî di pêngaveke dîrokî de belgenameya biratiyê bi mebesta bihêzkirina pêwendiyên navbera Misilman û Xirîstiyanan îmze kiribûn.