Li Qamişlo pêşengeha Pîşesaziya Xwecihî hat vekirin

Gelek berhemên xwecihî di pêşangehê de hatin pêşandan.

Qamişlo (K24) – Li bajarê Qamişlo duyemîn pêşengeha Pîşesaziya Xwecihî hat vekirin û gelek berhemên xwecihî tê de hatin pêşandan. hejmara kargeha li rojavayê kurdistanê zêde dibin û derfetên kar jî peyda dibin.

Ji bo pêşxistina pîşesaziya xwecihî li bajarê Qamişlo, pêşengeha Pîşesaziya Xwecihî hat vekirin. Rêveberên pêşangehê dibêjin, kargehên li Rojavayê Kurdistanê hene, derfetê didin ku nirxên berhemên xwarinê erzan bibin û rê li pêş keysebaziyê were girtin û derfetên kar jî zêde bibin.

Rêvebera Pêşangeha Cîhan Zênedîn ji K24ê re got: “Lêçûna li berhemanîna kelûpelên xwecihî, ji hinardekirina wan erzantir e, ji ber ku nirxê madeyên xam erzantir in. Herwiha kalîtiya berhemên xwecihî jî gelekî ji baştir e û kontrola me jî li ser wan heye.”

Li vê pêşangehê gelek berhemên xwarinê hatine pêşkêşkirin. Ehmed Elo ku xelkê Efrînê û kargehek li derdora Qamişlo vekiriye, gelek berhemên zeyt û zeytûnan pêşandine. Ehmed dibêje, piştî dagîrkirina Efrînê, ew bi piranî zeytûnan ji Minbicê tînin û beşeke kêm jî bi riya hin bazirganan re ji Efrînê tînin.

Pîşesazî li Rojavayê Kurdistanê gav bi gav bi pêş ve diçe û hejmara kargehan jî zêde dibe, bi wê re jî derfetên kar ji xelkê peyda dibin, lê gelek berhemên xwecihî ne di kalîtiyeke baş de ne û nikarin rikberiya berhemên hawerdekirî bikin.

Fly Erbil Advertisment