Li Colemêrgê cara yekem Pêşangeha Çandê hat vekirin
Di pêşangehê de berhemên teybet ên Colemêrgê hatin pêşandan.
Diyarbekir (K24) – Li Colemêrgê cara yekem Pêşangeha Çandê hat li darxistin. Di pêşangehê de berhemên teybet ên Colemêrgê hatin pêşandan. Pêşangeha Çandê Ya Colermêrgê dê heta 20ê Hezîranê bo kesên ku bixwazin serdanê bikin vekirî be.
Li Colemêrgê van rojan kelecanek cuda û rengîn heye. Sedem jî ew eku cara yekem e Pêşangeha Çandê Colemêrgê tê li darxistin. Di vekirina pêşangehê de Parêzgarê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik jî tê de gelek rayedarên dewletê jî cih girtin. Di pêşangeha çandê de berhemên rengîn ên ku çanda Colemêrgê nîşan didin tên pêşandan. Gelek jinên Colemêrgî yên ku di fêrgehan de hînî çêkirina berhemên keda destan bune derfet dîtin ku berhemên xwe nîşanî xelkê bidin û her wiha ji wan re bû deriyek ê debarê jî ku Emîne Ozkan jî yek ji wan welatiyan e.
Emîne Ozkan ji K24ê re got: “Em bi pêşangeha Colemêrgê keyfxweş in. Em li vê derê berhemên ku me bi destên xwe çêkirine difiroşin. Ji me re jî deriye debarê ye. Kareke girîng e.”
Di pêşangehê de amurên jiyana rojane yên berê û cil u bergên çandî ji aliyê serdêrên pêşangehê ve gelek hatin ecibandin. Yek ji beşdarên pêşangeha çandê Şemseddîn Demîr amaje kir ku di dema pandeniyê de gelek demê wî yê vale çêbû û derfet ji wî re çêbu berhemên çandî çêbike.
Şemseddîn Demîr dibêje: “Di serdema pandemiyê de wextê me yê vala zehf bu. Me berhemên ku nîşaneya demên berê ne çêkir da ku çanda me ji bîr nebe.”
Yekem Pêşangeha Çandê Ya Colemêrgê dê ji bo kesên ku bixwazin serdanê bikin heta 20ê Hezîranê jî vekirî be. Welatiyên Colemêrgê jî daxwaz dikin Pêşangeha Çandê Ya Colemêrgê bi awayeke rêkupêk her sal were li darxistin ku ev yek sudê bide danasîna bajêr jî.