Hizbulaha Îraqê: Em dest ji çekên xwe bernadin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ketîbeyên Hizbulaha Îraqê îro Serokê Hikûmeta Îraqê bi binpêkirina sozên wî yên li ser lihevkirina serweriyê û danûstandinên rêkxistina çekan tohmetbar kir û tekez kir ku bi ti awayî dest ji çekên xwe û doza Curf El-Sexirê bernadin.

Ketîbeyên Hizbulaha Îraqê îro Yekşem, 15ê Mijdara 2026ê, di ragihandinekê de diyar kir: “Tevî çûna Hizbulaha Îraqê bo nav danûstandinên rêkxistina çekan û îmzekirina lihevkirina serweriyê li gel endamên Çarçoveya Hevahengiyê û hikûmetê, lê Serokê Hikûmetê soza xwe şikandiye û nivîsîngeha wî bi rêya kanalên Îmaratî, Siûdî, hin kanalên navxweyî û wan dengên kirêgirtî yên li pey wan ketine raportên çêkirî belav kirine.”

Li gorî wê ragihandinê, bi wê sedemê ew rûbirûyî mezintirîn prosesa zextan bûne, ji bo destberdana ji wê yekê ya ku ew wekî "çekê rûmetê" bi nav dikin.

Hizbulaha Îraqê tekez jî kiriye ku her du dozên nahiyeya Curf El-Sexirê û çekê muqawemeyê divê li derveyî duberekiyên siyasî bin û ew bi ti awayî ji vî prensîbî paşve venagerin, herçend zextên Îmarat, Siûdiye û Amerîkayê bi rêya hikûmeta Zeydî gelek bin jî, ku li gorî gotina wan "kirêttirîn rengê stemkarane û hincetan" bi kar tîne, ji bo tawanbarkirina wan di dozên çêkirî de ku li hemberî rastiya li ser erdê xwe nagirin.

Li ser encama şopandinên meydanî, Ketîbeyên Hizbulahê amaje bi wê yekê jî daye ku ew lijneya hunerî ya pîşeyî ya ku çûye nav nahiyeyê ji bo piştrastbûna ji rastiya tohmetan, "ti zêdegavî li ser wan boriyên petrolê nedîtiye ku di deverê re derbaz dibin" û li gorî baweriya wan ev yek bi awayekî yekalîker nerastbûna îdiayên qaçaxçîtiyê diselimîne.

Di wê ragihandinê de hatiye zelalkirin ku hemî tiştê ku bi wêne û pişkinîna meydanî hatiye tomarkirin ji xezanên sotemeniyê û kargeheke sade ya baştirkirina kalîteyê pêk tê, ku bi sedan mînakên wê li Îraqê hene û ji bo dabînkirina sotemeniyê ji bo otomobîlên leşkerî, amûrên giran, jeneratoran û amûrên cengî ye, bi merema tijekirina wê kêmasiya ku di dema qeyranan an kêmbûna wê sotemeniyê de çê dibe ku ji Heşda Şeibî tê wergirtin ji bo kerteke leşkerî ya hestiyar ku ji bakurê Babilê heta Qaîmê li ser sînorê Îraq û Sûriyeyê dirêj dibe.

Ketîbeyên Hizbulahê rexne li hin medyayên din jî girtine ku li gorî gotina wan wêneyên çêkirî yên hewzeke sotemeniyê belav kirine û îdia kirine ku ji aliyê lijneyê ve derketiye; tekez jî kiriye ku hebûna xezanên kargehê nepenî nebûye û ji lijneyê nehatiye veşartin, belkî eşkere bûn û nêzîkî rêya ziyaretkaran û dezgehên ewlehiyê bûn û zêdetirî pênc hezar metreyan ji hêla boriya petrolê ya nav bajêr dûr in.

Hizbulaha Îraqê hêvî jî xwestiye ku desthilata dadweriyê ya Îraqê dadperweriyê ji bo wan kesan vegerîne ku ji ber ku raporta lijneyê ew tohmet red kirine û li gorî meyla hin aliyan neguncaye, hatine cezakirin; herwisa daxwaza xwe nû kiriye ji bo vekirina lêkolîneke cidî di dozên gendeliya xwarina serbazan, madeyên pisûleya xwarinê û peymana hevpar li gel kompaniya ADNOCê de.

Li gorî nivîsara fermî ya hejmar 2/ 98, ku li roja 12ê Mijdara 2026ê bi îmzeya Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Falih Zeydî derketibû, li roja Înê 13ê Mijdara 2026ê, biryar hat dan bi pêkanîna lijneyeke lêkolînê ya bilind bi serokatiya Rêveberê Giştî yê Înzîbat û Ewlehiya Heşda Şeibî, bi merema lêkolînkirina zanyarên li ser biqaçaxbirina berhemên petrolê li devera "Curf El-Sexir"ê.

Ev yek jî piştî wê yekê tê ku raporteke îstîxbaratî ya metirsîdar ji aliyê "Ajansa Îstîxbarat û Lêkolîna Fedral" ve di 14 rûpelan de arasteyî Parlamentoya Îraqê hat kirin. Di wê raportê de hatibû eşkerekirin ku qaçaxçîtiya petrolê bo toreke rêkxistî û aloz a guhertina çavkaniya berhemên petrolê guheriye daku li derveyî sîstema fermî ya dewletê ber bi Îranê û ji wê derê jî ber bi Efxanistanê ve bên firotin.