Keçeke Efrînê li Berlînê pileya yekem di xwendinê de bi dest xist
Dilovan Mistefa keça Kurd a ji Efrînê, di pola xwendina lîse (bekelorya) de pileya yekem li ser asta Berlînê bi dest xist.
Navenda Nûçeyan (K24) – Keça Kurd a ji Efrînê Dilovan Mistefa ku çend sal in li Almanyayê dimîne, di pola xwendina lîse (bekelorya) de pileya yekem li ser asta Berlînê bi dest xist û serkeftina wê bû manşêta gelek rojnameyên Almanî.
Bavê Dilovanê, Dr. Mistefa Mistefa ji K24ê re ragihand, keça wî Dilovan îsal di xwendiya Abitura de pileya yekem li ser asta Berlînê bi dest xist û wek baştirîn xwendekara salê hat destnîşankirin.
Diyar kir jî, ew di sala 2013'an de bi neçarî ji ber rewşa şerê li Sûriyê bi malbata xwe re ji bajarê Efrînê derket û koçber bû û di sala 2014'an gihîştin Berlînê.
Dr. Mistefa got jî, Dilovan ji dema gihîştiya Berlînê ve, zû fêr zimanê Almanî bû û gelekî girîngî da xwendina xwe, bi awayekî ku îsal di xwendina xwe ji sedî sed zêdetir (100+) puan bi dest xist.
Ji aliyê xwe ve, Dilovanê ji K24ê re diyar kir, ew dilxweş e ku encameke baş di xwendina xwe de bi dest xistiye û aşkere kir, ew dixwaze li zanîngehê fakulteya “lêkolînên zanistî” bixwîne.
Dilovanê da zanîn jî, wê zimanê Kurdî jî li peymangeha hikûmî (Volkshochschule Berlin) xwendiye û bawernameya (B1) wergirtiye.
Dilovan Mistefa ji gundê Coqê yê Efrînê ye û ji malbateke Kurdperwer û xwenda ye.