Herêma Kurdistanê.. Îsal 881 kes bi tometa “madeya hişbir” hatin desteserkirin

Di heyama 6 mehên borî de 214.393 kîlo madeyên hişbir hatine desteserkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Nehîştina Madeya Hişbir li Herêma Kurdistanê ragihand, di heyama 6 mehên borî de dest danîne ser 214.393 kîlo madeyên hişbir û 881 kes jî bi tometa bikaranîn û bazirganîkirina madeya hişbir hatine desteserkirin û pêşkêşî dadgehê bûne.

Rêveberiya Nehîştina Madeya Hişbir di daxuyaniyekê de ragihand, bi hevkariya efser û karmendên wê rêveberiyê, wan karîne bi awayekî berçav rûbirûyî metirsiyên madeya hişbir bibin.

Di daxuyaniyê de jî, pêwîst e dezgehên ragihandinê û rêxistinên civaka sivîl hevkar bin ji bo hişyarkirina welatiyan ji metirsî û ziyanên madeyên hişbir.

Rêveberiya Nehîştina Madeya Hişbir aşkere kir, di heyama 6 mehên dawî de 881 kes bi tometa bikaranîn û bazirganîkirina madeya hişbir hatine desteserkirin û 315 kes ji wan ceza lê hatine birîn.

Herwiha diyar kir jî, di heyama 6 mehên borî de dest danîne ser 214.393 kîlo madeyên hişbir û 662.5 kîlo tûtinê Hindî ku bi heşîşê hatibû têkelkirin û 40 hezar û 937 deste hebeyên madeyên curbicur.

Rêveberiya Nehîştina Madeya Hişbir ragihand, ligel madeyên hişbir, 2 milyon û 590 hezar Dînarên Iraqî, 3 hezar û 100 Dolarên Amerîkî û 600 Euro yên sexte jî hatine desteserkirin.