Rojane nêzîkî 10 hezar geştiyar serdana Hewlêrê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Ragihandinê di Rêveberiya Geştûguzariyê ya Hewlêrê de ragihand, rojane nêzîkî 10 hezar geştiyar serdana parêzgeha Hewlêrê dikin.

Rêveberê Ragihandinê di Rêveberiya Geştûguzariyê ya Hewlêrê de Narîman Fazil ragihand, li gor bername û plana Rêveberiya Geştûguzariyê ya Hewlêrê, rojane hejmara geştiyarên serdana Hewlêrê dikin zêde dibin û bi hevkariya Rêveberiya Asayişê jî, asankarî ji bo hatina hejmareke mezintir tên kirin.

Ragihand jî, rojana ji 8 heta 10 hezar geştiyar serdana Hewlêrê dikin. Herwiha tîmên wan bi berdewamî çavdêriya cihên geştiyariyê dikin, ji bo rêgirî li kêmasiyan bigirin û her çi haleteke nişkavayî rû bide jî çareser bikin.

Destnîşan kir, piştî sistkirina rêkarên Koronayê, niha geştiyar bi awayekî zêde serdana Hewlêrê dikin û ji destpêka îsal ve, nêzîkî 900 hezar geştiyar serdana Hewlêrê kirine.