Wergira Xelata Prenses Diana: Jûriya xelatê ji çîroka min mat ma

Keça Kurd a ji bajarê Efrînê Rodî Elî ji ber kar û çalakiyên wê yên di warê mirovî û civakî de mezintirîn xelata cîhanî ya Prenses Diana ji bo sala 2021 wergirt.

Hewlêr (K24) - Keça Kurd a ji bajarê Efrînê Rodî Elî ji ber kar û çalakiyên wê yên di warê mirovî û civakî de mezintirîn xelata cîhanî ya Prenses Diana ji bo sala 2021 wergirt.

Rodî Elî beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser wergirtina xelata Prenses Diana ragihand ku ew ji bo vê xelatê pîrozbahî li miletê Kurd û bi taybetî jî pîrozbahî li xelkê Efrînê dike û got: “Ez vê xelatê gelek hêja dibînim. Prenses Diana bawer dikir ku genc û xort dikarin birastî cîhan û civakê bi awayekî pozîtîv biguherînin. Ji ber vê yekê min ev xelat stand, çimkî ez jî bawer dikim ku eger mirov ji xwe dest pê bike û xwe biguherîne, dikare civakê baştir bike û biguherîne.”

Keça Kurd Rodî Elî destnîşan kir; komeleya ku ew endama wê ye, ji bo namzedbûna vê xelatê, navê wê û çalakiyên ku wê encam dane, ji jûriya xelatê re şandine û jûriyê ji çîroka wê mat mane û ew weke wergira vê xelatê nîşan dane.

Rodî Elî ji sala 2015an ve koçberî Almanyayê bûye û li bajarê Munster dimîne, duhî xelata cîhanî ya Prenses Diana ji bo sala 2021 wergirt.

Rodî ji dema gihîştina wî welatî fêrî zimanê Almanî dibe û derbasî zanînagehê dibe û beşa civaknasiyê dixwîne. Piştre wek wergervan ji bo xizmeta penaberan kar dike.

Çalakvana Kurd Rodî Elî demek e dest bi kar û çalakiyên di warê mirovî, civakî û xêrxwazî de kiriye di sala 2020an de jî ji bo pêşkêşkirina xizmetên întegerasyonê xwe ji bo hilbijartinên şaredariyê kandîd kir.