Nîvê welatiyan li dijî projeya Kanal Stanbolê ne

Welatî metirsîdar in û dibêjin wê xweza bê tarûmarkirin û ligel zêdebûna kirêtiya derya Marmarayê wê bibe sedema pêkhaina erdhêjan.

Stenbol (K24) – Serokkomarê Tirkiyê Recep Erdogan temelê projeya Kanal Stanbol avêt. Lê nîqaşên wê her diçe gurtir dibin. Li gorî eniya muxalefetê, ev proje kuştina Stenbolê û ya rantê ye. Welatî jî metirsîdar in û dibêjin wê xweza bê tarûmarkirin û ligel zêdebûna kirêtiya derya Marmarayê wê bibe sedema pêkhaina erdhêjan.

Di qada siyasî de nîqaşên li ser Kanal Stanbolê bi hemû gurehiya xwe berdewam dikin. Ev projeya ku wê 15 milyar dolar pere lê bê xerckirin û dû deryayan yanî Marmara û Deryareş wê bihev veke û rêyeke nû ya avî bê çêkirin wek altrnatîfa kendava Stenbolê, li aliyê welatiyan dibe cihê metirsiyê ku wê xwaza were tarûmarkirin û wê ev proje rê li ber erdhêjên nû veke.

Welatî Serpil Zeynep Batur: “Beriya Kanal Stenbolê gelek tişt hene ku li welatê me bêne çêkirin. Wek şexs û wek welat em gelek li paş mane li gorî welatên din. Ez karê hinardeyê dikim lê niha nikarim tiştekî bikim. Pêşî bila ev mesele bêne çareserkirin ne Kanal Stenbolê.”

Welatî Ahmet Yildiz: "Hûn dizanin em di serdema erhejê de ne. Di vê projeya Kanal Îstanbulê de ew kevir û axa ku wê ji binê avê bêne derxitin mimkûn e bibin sedema pêkhatina erdhejê. Wê barekî giran yê aboriyê jî bide ser me û di heman demê de wê bandoreke neyînî jî li ser xwezayê bike. Loma ez li dijî vê projeyê me."

Welatî Fatma Akdeniz: “Ava Marmarayê têra xwe kirêt bûye û masî dimirin. Ev proje jî wê van kêşeyan hîn zêdetir bike. Wê xwezaya Stenbolê bê kuştin û deverên şînahî dar û daristan lêne serdanpê bibin beton. Çi kesê ku karibe bi mantiq bifikire divê li dijî vê projeyê derkeve. Yên erênî difkirn hebin bi baweriya min hişê xwe xwarine.”

Li gorî kompaniya rapirsînê ya Metrepolê ji sedî 48ê welatiyan li dijî vê projeyê boçûna xwe raber kirine. Ji sedî 37 welatiyan proje erê kiriye û ji sedî 51ê welatiyan jî ev proje wek projeya rantê ya desthilatê detnîşan kiriye.

Welatî Rahêle Aşkrîz: “Li aliekî ev proje baş e wê aboriya Stenbolê bi hêztir bibe. Lê aliyê din jî wê xweza bê tûnekirin ev jî ne baş e. Hebûn û nebûna vê projeyê ciyê nîqaşê ye.”

Welatî Nebî Gûl: “Ya rastî fikrekî me li ser vê projeyê nîn e. Gelo wê baş be ji bo Stenbol yan na? Boçûnên cuda hene di qada siyasetê de. Lê wek welatî qet fikrekî me nîn e. Li aliyekî meseleya erdhejê heye, têkbirina xwezayê heye û hin tiştên din. Naxwazim dû aliyan jî pûç bikim. Ez çi bêjim vala ye.”

Welatî Nuray Bay: “Her projeyek çêdibe jê re gotinekê dibêjin û didin ber keviran. Ez nizanim wê bi kêra çi bê ev proje lê divê bê çêkirin. Wisa bawerim serokkomar dizane bê çima vê projeyê çêdike. Lê eger wê zirarê bide xwezayê ez jî li dijî projeyê me. Hûn vê germahiyê dibînin her cih bûye beton ji xwe.”

Hikûmet dibêje lêçûna vê projeyê 15 milyar dolar e. Salana jî wê 28 milyar dolar dahata wê hebe bi saya geştîgehên ku dê bêne çêkirin. Lê aliyê muxalfet û pisporan jî dibêjin, ev proje zêdetirî 60 milyar dolar lêçûna wê heye. Di sala 2009an de jî dahata geştîgehan bi tenê 160 milyon dolar bûye. Ev barê aboriyê wê dîsa bikeve ser pişta welatiyan. Ji bilî guhertina demogafiya Stenbolê wê ev proje bibe sedema nemana xwezayê û pêkhatina bajarekî ji betonê.