Firokeyeke Rûsî bi 28 kesan kete xwarê

Firoke li herêma Kamchatka li girekî ket û kete nava deryayê.

Cihê firoke lê ketiye xwarê
Cihê firoke lê ketiye xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsên Rûsyayê aşkere kirin, firokeya wan a winda bûbû, cihê wê hat aşkerekirin û firoke li nava deryayê ketiye xwarê.

Medyaya Rûsyayê belav kiribû, li herêma Kamchatka pêwendî bi firokeyeke ji cureya (AN-26) ligel 28 rêwiyan qut bûye û firoke winda bûye.

Piştre berpirsên Xizmetguzariya Hawarhatinê ya Rûsyayê belav kirin, firokeya ji cureya (AN - 26) li herêma Kamchatka li girekî ket û kete nava deryayê.

Diyar kir jî, firoke dema li wî girî ketiye, bûye du perçe û agir jî pêket, ji ber wê tê pêşbînîkirin ku ti kesek ji karmendên firokeyê yan rêwiyan ji mirinê rizgar nebûbe.

Li gor zanyariyên Wezareta Xizmetguzariyê, 22 rêwî ku 1 ji wan zarok e û 6 firokevan û karmend di firokeyê de bûn.