Li Germiyanê erdhej çêbû!
Li sînorê îdareya Germiyanê îşev bi hêza 3.7 pile erdhejek qewimî.
Hewlêr (K24) – Li sînorê îdareya Germiyanê îşev bi hêza 3.7 pile erdhejek qewimî.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Herêm Caf ragihand; îşev di demjimêr 20:46an de li sînorê îdareya Germiyanê erdhej çêbû.
Herwiha eşkere kir ku erdhej bi hêza 3.7 pile bûye û di kûrahiya 109 kîlometre di bin erdê de rûdaye.
Peyamnêrê me diyar kir ku navenda erdhejê 9.89 kîlometre dûrî navçeya Kelarê bûye û li nahiya Qoretû hatiye hîskirin.