Siyasetmedar: Kurd li benda gavên çareseriya pirsa Kurd in
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî 2 sal û nîv serdana Diyarbekirê dike ku dê beşdarî rêrisma vekirina çend projeyan bibe lê ji projeyan zêdetir peyamên Erdogan ên siyasî cihê meraqê ne.
Diyarbekir (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî 2 sal û nîv serdana Diyarbekirê dike ku dê beşdarî rêrisma vekirina çend projeyan bibe lê ji projeyan zêdetir peyamên Erdogan ên siyasî cihê meraqê ne. Şîrovekar û siyasetmedar dibêjin divê Erdogan bo berjewendiya partiya xwe jî û bo berjewendiya Tirkiyeyê jî derbarê pirsa Kurd de peyamên erênî bide.
Recep Tayyîp Erdogan bo beşdariya rêrisma vekirina çend projeyan serdana Diyarbekirê dike û dê li ber Parêzgeriya Diyarbekirê mîtîngekê jî li dar bixe ku dê peyamên xwe yên siyasî jî di mîtîngê de ji raya giştî re parve bike. Tê pêşbînîkirin ku serokomar Erdogan behsa mijara çareseriya pirsa Kurd jî bike ku herî zêde jî ev mijar ji aliyê raya giştî ve tê mereqkirin. Şîrovekar amaje dikin ku helwesta desthilatê ya hember Kurdan dê bo çarenivîsa desthilatê diyarker be.
Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê Mehmet Vûral dibêje zilm û guvaşa hember Kurdan zirarê dide Kurdan lê bo Tirkiyeyê jî encamên erênî bi xwe ra nayne ku civak benda peyamên erênî ye.
Mehmet Vûral ji K24ê re diyar kir: “Tiştên tên guhê me jî ku dê Erdogan mizginiyan bide. Lê em nizanin mizgînî dê bo Kurdan baş be an xerap be. 4 sal in rewş bo Kurdan xirab e. Em dixwazin peyamên erênî werin dayîn, bo Kurdan tiştên baş werin kirin, zimanê Kurdan were nasîn. Li gorî tifaqa Ak Partî ya niha jî ev yek zehmet xuya dike.”
Tê pêşbînîkirin ku di serdana xwe ya Diyarbekir de Serokomar Erdogan serdana malbata ber deriyê çalakiyê de ne bike ku Berdevkê Ak Partiyê Omer Çelîk gotibê dê Serokomar mizgîniyan jî bide ku siyasetmedar jî derbarê çareseriya pirsa Kurd de li benda gavên nû ne.
Serokê Partiya Saadetê yê Şaxa Diyarbekirê Abdurrahman Ergîn dibêje Kurd çaverê ne ku di warê ziman de gav were avêtin.
Abdurrahman Ergîn ji K24ê re eşkere kir: “Em dixwazin derbarê zimanê Kurdan de gav werin avêtin. Divê di serdana Serokomar de ev mijar were rojevê. Xelk çaverêyî vê mijarê ye. Dibe ku pêvajoya çareseriyê careke din were rojevê ji xwe gotibun pêvajo di serîncokê de ye, bi dawî nebûye, ev tê wê wateyê ku dibe careke din dest pê bike.”
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan herî dawî di 9ê Adara sala 2019an de 2 sal û nîv berê bo bangeşiya hilbijartinên şaredariyan serdana Diyarbekirê kiribû ku şîrovekar dibêjin Serokomar piştî tifaqa li gel MHPê li gorî salên borî kêmtir serdana Diyarbekirê kiriye û dibe ku serdana dawî bibe destpêka guherîna polîtîkayên desthilatê.