Kabîneya Nehem di du salan de çi kiriye? Serokê Hikûmetê bersiv dide

Axaftina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salvegera duyem a Kabîneya Nehem a Hikûmetê de.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro du sal di ser pêkanîna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re derbas dibe. Di heyama du salan de, Kabîneya Nehem di hemû waran de çi kiriye, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bersivê dide.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotinên xwe de tekez kir, Kabîneya Nehem pabend e bi dabînkirina mûçeyên mûçexwarên Herêma Kurdistanê li gor wê dahata ku li ber dest e. Diyar kir jî, Bexda 13 meh in ti mûçe û pere ji Herêma Kurdistanê re neşandine.

Derbarê çaksaziyê de jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, çaksazî proseyeke berdewam e û ranawest e û Kabîneya Nehem bi berdewamî kar li ser dike.

Derbarê dabînkirina asayişa avê li Herêma Kurdistanê, Serokwezîr diyar kir, ew her hewlekê didin ji bo bendavên nû dirust bikin û îdareya dosyeya avê bi awayekî tendirust bikin.

Li ser rewşa elektirîkê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir, bi hevrûkirina bi demên pêştir re, Kabîneya Nehem kariye vê sektora girîng rêk bixe û bi lêçûneke kêmtir, dema dayîna elektirîkê zêde bike.

Derbarê pirsa bacê de jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, bac li ser welatiyan nehatiye zêdekirin, ew yasayên ku berê hebûn û kar pê nedihatin kirin, ketin kar û tên cibicîkirin û erkê hikûmetê ye yasayan cibicî bike.