Wezareta Tendirustiyê: Karesat bi rê de ye
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê hişyariyê derbarê zêdebûna hejmara mirina bi Koronayê dide.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê hişyariyê derbarê zêdebûna hejmara mirina bi Koronayê dide û dibêje: “Ji ber bêtirsiya niha ya ji Koronayê, karesateke trajedîk bi rê de ye.”
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de ragihand, “Di heyama 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê, hejmareke mezin ya mirinan û ji bo cara yekem bilindtirîn rêjeya pêketiyan ji destpêka derketina Koronayê û heta niha li Kurdistanê hatine tomarkirin.”
Wezareta Tendirustiyê hişyarî jî da, “Ji ber bêtirsiya niha ya ji Koronayê, karesateke trajedîk bi rê de ye.”
Ev hişyariya Wezareta Tendirustiyê di demekê de ye, di heyama vî hefteyê de hejmara pêketiyên Koronayê gelekî zêde bûye.
Berî demekê jî Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê hişyarî derbarê hatine şepêleke din a Koronayê dabû,