Mesrûr Barzanî: Ji bo rûbirûbûna gefên terorê divê hevahengiya zêdetir hebe
Serokwezîrê Herêma Kurdistsanê Mesrûr Barzanî êrîşa terorî ya li Bexdayê ya şermezar kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistsanê Mesrûr Barzanî bi Twittekê êrîşa terorî ya li Bexdayê ya şermezar kir û hevsoziya Herêma Kurdistanê bi qurbaniyên bûyerê re nîşan da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li hejmara xwe tora civakî “Twitter” nivîsî: “Êrîşa şeva borî li bajarê Sedir ez xembar kirim. Ev tiştê bûye, gefa berdewam ya terorê ya li ser hemû Iraqiyan bi bîra me tîne û rûbirûbûna wan gefan pêwîstiya wê bi hevahengiya zêdetir heye.”
Mesrûr Barzanî hevsoziya Herêma Kurdistanê bi qurbaniyên bûyerê re nîşan da.
Şeva borî Li bazareke devera Sedir a Bexdayê teqînek çêbû, li gor zanyariyên destpêkê 36 kesan jiyana xwe ji dest dan ku ji wan 2 kes zarok in û bi dehan kes jî birîndar bûn.