Nêçîrvan Barzanî: Îro ji her demekê zêdetir pêwîstiya me bi yekrêziyê heye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera 11emîn a damezirandina Tevgera Gorranê de, peyameke pîrozbahiyê arasteyî wê partiyê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera 11emîn a damezirandina Tevgera Gorranê de, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Rêkxerê Giştî û endamên Xaneya Raperandinê û Civata Niştimanî ya Gorranê kir.

Di peyamê de hatiye, “Tevgera Gorranê wek aliyekî bibandor, rol û pêgeheke wê ya berçav di proseya siyasî ya Kurdistanê de heye. Ev prose, îro ji her demekê zêdetir pêwîstiya wê bi yekrêzî û yekhelwestiya aliyan heye.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, “Hêvîdar im ev bîranîn û bone bibin derfeta kûrkirina giyanê tebayî, bihêzkirina pêwendî û hevxebata di navbera aliyan de û karê hevbeş ji bo çareserkirina qeyran û pirsgirêkan ber bi parastina maf û destkeftan û peydakirina jiyaneke xweştir ji gelê Kurdistanê re.”

Fly Erbil Advertisment