Bajarê Efrînê rastî êrîşeke mûşekî hat
Hejmarek mûşek li nava bajarê Efrînê ketin û hejmarek kes birîndar bûne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 13:00 hejmarek mûşek li nava bajarê Efrînê ketin.
Wî jêderî diyar kir, di encama ketina mûşekan li ser mal û avahiyên sivîlan, 8 kes birîndar bûn, di nava wan jin û zarok hene.
Hat zanîn ku mûşek taxa Vêlat, riya Raco û çarrêya Maratê û li navenda Berevaniya Sivîl a Efrînê ketine û ziyanên madî yên mezin çêbûne.
Heta niha ti aliyekî berpirsatiya xwe di ber vê êrîşê de ranegihandiye.
Ev di demekê de ye, li gor raportên medyayî, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji duhî ve gundên navçeya Şêrewa û derdora bajarokê Til Rifatê bombebaran dike.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, duhî piştî ku 3 leşkerên Tirkiyê li bakurê rojhilatê di êrîşekê de hatibûn kuştin, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar gundên ku di destê YPGê û Encûmena Leşkerî ya Babê de ne, bi zêdetir ji 200 topan topbaran kirin.