“Ji îro ve amadekariyên belavkirina mûçeyan bi temamî tên kirin”

Bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Encûmena Bilind a Aboriyê ya Herêma Kurdistanê bi riya vîdyokonferansê civiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro Encûmena Bilind a Aboriyê ya Herêma Kurdistanê bi riya vîdyokonferansê civiya.

Di civînê de, hewlên Hikûmeta Herêmê yên ji bo baştirkirina rewşa darayî û dabînkirina mûçeyên mûçexwarên Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Tekezî li wê hate kirin, her ji destpêka dirustbûna qeyrana darayî ya bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê û daketina nirxê petrolê ve, Hikûmetê hemû hewlên xwe dan ji bo dabînkirina mûçeyên mûçexwarên Herêma Kurdistanê ku karê pêşîne ya hikûmetê bû û bi wê dahata ku li ber dest bû, mûçe hatin belavkirin. Niha jî piştî ku ligel Hikûmeta Federalî gihîştine rêkeftinê derbarê cibicîkirina Yasaya Budceya Federalî û piştî şandina dused milyar Dînar, Hikûmeta Herêmê ji îro ve dest bi amadekariyên dabeşkirina mûçeyan bi temamî û bêyî lêbirîn dike. Eger Hikûmeta Federalî jî berdewam be bi şandina mafên darayî yên Herêmê, Hikûmeta Herêmê jî dê mûçeyan di dema xwe de dabeş bike.

Di civînê de jî amaje bi wê hat dayîn ku rêkxistina komkirina dahata navxweyî jî, bandoreke wê ya erênî li ser dabînkirina mûçeyên mûçexwaran bi temamî hebû.