NY hişyariyê dide: Hejmarên mezin ji Efxaniyan tên kuştin

Şandeya Netewên Yekgirtî li Efxanistanê pêşbîniyê dike, îsal hejmareke herî mezin ji welatiyên sivîl li Efxanistanê bibin qurbaniyên şer.

Çekdarên Efxanî - AFP
Çekdarên Efxanî - AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Netewên Yekgirtî li Efxanistanê (UNAMA) pêşbîniyê dike, îsal hejmareke herî mezin ji welatiyên sivîl li Efxanistanê bibin qurbaniyên şer.

Şandeya Şandeya Netewên Yekgirtî li Efxanistanê di raportekê de diyar kir, di nîvê yekem a îsal de hejmareke mezin a kuştin û mirina sivîlan hat tomarkirin, bi taybet piştî ku hêzên navdewletî dest bi vekişîna wî welatî kirin û hêzên Talîbanê dest bi êrîşan kir.

Nûnera Taybet a Netewên Yekgirtî li Efxanistanê Deborah Lyons jî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, eger şer û aloz neyin rawestandin, dê hejmarên herî mezin ji Efxaniyan bimirin û birîndar bibin.

Deborah Lyons daxwaz ji Talîban û hikûmetê kir, li ser maseya danûstandinan rûnin û bandora vî şerî li ser sivîlan li ber çavan bigirin û got: Çareseriya leşkerî, dê karesata gelê Efxanî zêde bike.

Li gor raporta UNAMA, di nîvê yekem ê sala 2021ê de, 1659 kes hatine kuştin û 3254 kes jî birîndar bûne, ev jî bi rêjeya ji sedî 47 ji qurbaniyên nîvê yekem ê sala 2020an zêdetir e.

Hejmara qurbanîyên sivîl bi taybetî di mehên Gulan û Hezîranê de zêde bû, du mehên destpêkê yên êrişa Talîbanê ya li seranserê welêt ku di wan du mehan de 783 sivîl hatin kuştin û 1609 kes jî birîndar bûn.

Şandeya Netewên Yekgirtî dibêje, hêz û grûpên dijberê hikûmetê di ber % 64 ê qurbaniyan de berpirsin: %39 di êrîşên Talîbanê de, %9 di êrîşên DAIŞê û %16 di êrîşên grûpên nenaskirî de hatine kuştin.

ji heyama sê mehan ve, ji dema vekişîna hêzên navdewletî ji Efxanistanê ve, hêzên Talîbanê dest danîne ser piraniya herêman. Hêzên Efxanistanê jî tenê kontrola wê li ser riyên sereke û paytextên wîlayetan heye, heta ku hin ji wan jî di dorpêç de ne.